Ji Gelê Me Û Raya Giştî Re

Em rêhevala xwe Çiçek Botan bi rêzdarî bibîrtînin û ji malbata wê re sersaxî dixwazin. Em careke din ji wê û hemû rêhevalên xweyên şehîd re soza pêkanîna hedef û armancên wan nû dikin.
Rêhevala me Çiçek a bi nasnav Besma Heyder di pêvajoya şerê Kobanê a giran de tevlî YPJ’ê dibe û di 3’ê Adarê de di encama qezayekê de dema ku li ser erke xwe bû tevlî karwana şehîdan dibe.
Rêhevala me Çiçek a ku bi eslê xwe ji Kobanê ye di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di sala 1999’an de dema ku nû ji dayîk dibe hîna di zarokatiya xwe de bi komploya ku di şexsê Rêberê gelan Rêber APO de hatiye jiyan kirin nas dike û bi heskirin û girêdaneke mezin a bi Rêber APO ve mezin dibe. Di temenê xwe yê biçûk de komploya li ser Rêberê gelan, tecrîda heyî tu caran napejirîne û cara yekem hêrs û xwesteke tolgirtina li hember dijminê xwe dijî. Dîsa heskirina malbata wê, heskirina gelê Kobanê a li hember Rêber APO di wê de jî heskirineke mezin pêş dixe. Ji zarokatiya xwe heya ciwantiya xwe her dem bi xeyala milîtaniya Rêber APO mezin dibe. Hîna di temenê xwe yê ciwan de di sala 2015’an dema ku çeteyên DAİŞ’ê êrişê ser Kobanê dikin li hember van êrîşan ji bo axa xwe, gelê xwe û nirxên xwe biparêze tevlî refên YPJ’ê dibe û gavên xwe yê destpêkên ên rêhevaltiya Rêber APO li Kobanê davêje.
Rêheval Çiçek tola xwe ya li hember dijminê welatê xwe cara yekê bi rizgarkirina Kobanê digre. Şerê Kobanê ê ku ji bo artêşa YPJ’ê pêvajoyeke zehmet bû de Rêheval Çiçek dibe jineke şoreşger a bi hêz. Di nava van mercên giran ên şer de bi biryardariyeke mezin û rihê berxwedanê tecrubeyên mezin û girîng yên şoreşgerî qezenc dike.
Li aqlê jin ê kûr, zirav û serkeftî ê şer de xwe pêşdixe. Rêheval Çiçek xwe li ser bingehê paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jin pêş dixe, dibe xwedî feraseteke mezin a rêhevaltiyê û bi rihekê fedaî bê ku astengan nas bike hemû zehmetiyan bi serkeftî derbas dike û careke din di şexsê xwe de hêza jina ku xwe li ser felsefeya azadiyê rêxistinkiriye diyar dike.
Rihê rêheval Çiçek ê fedai ku ji bo Serokatî û welat ku di hemû qadên jiyanê de dibe navnîşana şoreşgeriya demê riya serkeftinê diyar dike. Ev rih ji bo me jî riya tekoşîn û girêdanê ronî dike.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, em careke din ji malbata bi nirx a rêheval Çiçek re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû malbatên şehîdan re soz didin ku wê tola şehîdên me li erdê nemîne. Emê bi rihê fedai ê rêheval Çiçek xwedî erkên demê derbikevin û emê girêdana xwe a bi şehîdên xwe re bi misogerkirina azadiyê ve diyar bikin. Emê bi heskirin û girêdana Çiçekan a Rêber APO ve, ji bo axeke bê tecrîd, bê dagirkerî û bê mêtingerî tekoşîn û berxwedaneke mezin raber bikin.
Nasnav: : ÇİÇEK BOTAN
Nav û Paşnav : BESMA HEYDER
Navê Dayîk: ZELİXE
Navê Bav : IBRAHİM
Cih û Dîroka Şehadetê: 03.03.2021-Hesekê
Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê
12.03.2021

شاهد أيضاً

ارتقاءُ كوكَبةٍ من مقاتلينا شُهداءَ في هَجَماتٍ مختلفة بدير الزور والحسكة

ارتقى عدد من مقاتلينا شهداء، في استهدافات مختلفة من قبل أطراف معادية تعمل على نشر …

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *